Efrîn.. 88 xwendevanên serkeftî hatin xelatkirin

Efrîn.. 88 xwendevanên serkeftî hatin xelatkirin
Ahenga xelatkirina xwendevanên serkeftî li Efrînê

Welat TV - Hewlêr

Bi dehan xwendevan, îro Şemiyê 14ê Êlûnê, di ahengekê de li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, hatin xelatkirin.

Bi bûneya serkeftina xwendevanên herdu bawernameyên Amadeyî û Navendî (Pola 9 û Bekeloriya), Partiya Demokrata  Kurdistan - Sûriya û Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî – Rojava, aheng li dar xist.

Peyamnêrê Welat Tv li Efrînê got, ku di ahengê de nêzîkî 88 xwendevanên serkeftî yên pola nehan û Bekeloriya hatin xelatkirin.

Da zanîn: "Li gel xelata PDK-S û Yekîtiyê, ji aliyê xwe ve Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî jî, xwendevan xelat kirin".

Aheng li Hola Şingêl li ser rêya Raco bi amadebûna malbatên xwendevanan hate li dar xistin û bi çalakiyên cûda û dîlanên Folklorî bi rê ve çû.