Urdinê du hewlên derbaskirina madeyên hişbir ji nav birin

Urdinê du hewlên derbaskirina madeyên hişbir ji nav birin

Welat TV – Hewlêr

Du hewlên derbaskirina madeyên hişbir li ser sînorê Urdinê bi Sûriyê re hatin jinavbirin.

Artêşa Urdinê li ser zarê jêdereke leşkerî ragihand: Du hewlên derbaskirina madeyên hişbir bi rêya hin kesan û dronan re ji sînorê Rojhilat ve dihatin kirin, ji nav birin.

Li goî Artêşa Urdinî di daxuyaniya xwe de diyar kir: Piştî rûbirûbûna bi qaçaxçiyan re me karî rê li pêş hewlên derbaskirina madeyên hişbir bo deverên Başûrê Urdinê bigirin".

Tekez kir: Piştî jinavbirina hewlên qaçaxçiyan, Hêzên me ketin amadebaşiyê û di encama lêgerînê de hejmareke mezin ji madeyên hişbir dîtin û radestî aliyên peywendîdar kir.

"80 % ji Kiptagona li cîhanê li Sûriyê tê çêkirin"

Li gorî malpera El-Monîtor a Emerîkî, "Derdora 80 % ji Kiptagona li cîhanê li Sûriyê tê çêkirin, Beşar El-Esed û kesên bi ser ve bi alîkariya "Hizbûlah" a Libnanî û milîsên Îranê çêkirin û bazirganiya Kiptagonê bi rê ve dibin".