Rêxistineke Mirovî: 6 sivîlên ji Hesekê li ser sînorê Tûrkiyê wenda bûne

Rêxistineke Mirovî: 6 sivîlên ji Hesekê li ser sînorê Tûrkiyê wenda bûne
Rêxistineke Mirovî: 6 sivîlên ji Hesekê li ser sînorê Tûrkiyê wenda bûne

Welat TV - Hewlêr

6 sivîlên Sûrî li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û Turkiyê wenda bûne û çarenivîsa wan ne diyar e.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan got, ku Beriya 2 rojan 6 sivîl di nav wan de 2 zarok wenda bûne:  "Ji şêniyên gunderwarê Hesekê ne dixwestin bi rêyên ne rewa derbasî Turkiyê bibin".

*Hûrgulî 

li gorî Rewangehê, ew kesên wendayî bi rêya grûpa "Ehrar El-Şerqiya" ya bi ser Opozisiyona Sûrî ve, "hewil didan ji bajarê Serê Kaniyê derbasî Turkiyê bibin, lê peywendî bi wan re hat birîn û çarenivîsa wan ta niha ne diyar e".

 

*13 sivîl hatine kuştin

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan berî çend rojan, di raportekê de ragihandbû ku  ji destpêka salê ve "13 welatiyan bi guleyên Cendirmeyên Turkiyê canên xwe ji dest dane.

Her weha 23 sivîl birîndar bûne.