"Pora te".. Hunermend Dilo Doxan kilîpeke nû derxist

"Pora te".. Hunermend Dilo Doxan kilîpeke nû derxist

Welat TV - Hewlêr

Hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê, Dilo Doxan straneke nû bi şêweyê vîdiyokilîp derxist.

Strana Dilo Doxan a bi navê (Pora te), ji gotinên helbestvana Kurd Narîn Umer û awazên wî ye.

Elend Yûsif Mozîka stranê amade kiriye, û Derhêneriya kilîpê ya Deysem Doxan e.

Dîmenên kilîpê bi beşdariya şêwekara kurd Arya Etê, li Siwêdê hatine tomarkirin.


 
Hunermend Dilo Doxan xelkê bajarê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê ye û ev e çend sal in li Elmaniyayê dijî.

Ta niha çendîn kilîp derxistine, kilîpeke wî ya vê dawiyê bi navê "Gula Bi Tenê" li ser Youtube gihiştiye nêzîkî 4 milyon bîner.