Ji ber kêmbûna mûçeyan..10 mamosteyan li Ezazê dest ji kar berdan

Ji ber kêmbûna mûçeyan..10 mamosteyan li Ezazê dest ji kar berdan

Welat TV- Hewlêr

10 mamosteyan li gundewarê Helebê ji ber kêmbûna mûçeyan dest ji karê xwe berdan.

Jêderên Sûrî îro ragihand, 10 mamosteyên dibistaneke bajarê Ezazê yê di bin kontirola Opozisyona Sûrî de, dest ji karê xwe berdan.

Li gorî jêderan, sedemên berdana wan mamosteyan ji kar re gelek in, “ya herî giring paşguhkirina aliyên peywendîdar ji rewşa wan a aborî û civakî re ye”.

Jêderan diyar kir ku hevsengî di navbera mûçeyên mamosteyan û têçûna jiyana rojane de tun ye, û di rewşên xerab de dijîn.

*Rewşa xwendinê xerab e

Rewşa dibistanan li deverên di bin kontirola Opozisyona Sûrî de xerab e û gelek zarok ji xwendinê bêpar in.

Li gorî Navenda Omran a Lêkolînên Stratejîk, 13% ji zarokên ku temenên wan di navbera 12 ta 17an de, li deverên di bin kontirola Opozisyona Sûrî de nizanin bixwînin.