Jinên gundekî Efrînê derketin xwepêşandanekê: "Hin jin bi guleyên Emşat birîndar bûn"
Welat TV - Hewlêr
Hejmareke jinên Kurd li gundê Kaxrê yê herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê bi guleyên çekdaran birîndar bûn.
Çalakvan Mistefa Şêxo îro ji Welat TV re got: Çekdarên Emşat baceke nû li ser şêniyên Kurd li gundê Kaxrê bi rêjeya 8 dolarên Emerîkî li ser her darekê sepandin.
Da zanîn: Hin welatî, weke Idrîs Hec Elî û Hisên Reşîd Îso, nerazîbûna xwe li ser biryarê nîşan da, pişt re ji aliyê çekdaran ve hatin girtin.
Diyar kir: Di zîndanê de her du welatî rastî lêdan û eşkenceya tund hatin, û weke nerazîbûnekê li ser kiryarên çekdaran, jinên Kurd xwepêşandanek bi rê ve bir.
Hejmareke jin birîndar bûne
Şêxo eşkere kir: Çekdarên Emşat bi berdana guleyan li hember wan sekinîn û xwepêşandan ji hev xist, di endamê de 4 jin birîndar kirin her weha net li ser gund birîn û niha tu agahiyên zelal ji gund derneketine.
Emerîka "Emşat" siza kiriye
Di Tebaxa 2023yan de, Wezareta Gencîneya Emerîka siza li ser grûpên "Emşat" û "Hemzat" ên bi ser "Artêşa Niştîmanî" ya Sûrî ve, ji ber binpêkirinên wan dermafê mirovan de li Efrînê sepandin.