Serokatiya Turkiyê: Tu lihevkirin li ser hevdîtina Erdogan û Esed tune ye
Welat TV - Hewlêr
Serokatiya Turkiyê diyar kir ku tu lihevkirin li ser cih û dema hevdîtina Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan û serokê Rêjîma Sûrî Beşar El-Esed, tune ye.
Jêdereke di Nivîsgeha Serokatiya Turkiyê de ji ajansa (РИА Новости) a Rûsî re ragihand ku dezgehên ragihandinê gelek gotegot di derbarê hevdîtina Erdogan û Esed de, belav kirine, lê ta niha tu lihevkirin li ser wê yekê tune ye.
Jêderê diyar kir: ”Eger tu hûrgulî di derbarê hevdîtinê de hebin, dê di demeke guncaw de werin ragihandin”.
9ê Êlûnê, Wezîrê Derve yê Rêjîma Sûrî Dr. Fêsel El-Miqdad ji malpera RT re da zanîn ku, ji bo avêtina gavên nû di warê hemahengiyê navbera Sûriyê û Turkiyê de, divê Turkiyê hêzên xwe ji xaka Sûriyê vekîşne.
7ê Êlûnê jî, Berdevkê Partiya Dad û Geşepêdanê ya desthilatdar li Turkiyê (AKP) Umer Çelik di hevdîtinekê de li gel Rojnameya (Haber Turk) got: ”Zehmet e ku lîsteyeke demî ji bo hevdîtina Erdogan û Esed were pêşbînîkirin”.
►Her weha bixwîne: Beşar Esed: Daxwaza me ew e ku Turkiyê vekişe