Di nav de Sûrî hene.. Lîbiya 121 koçberî dersînor dike
Welat TV - Hewlêr
121 koçber ku di nav de Sûrî hene ji Lîbiyayê tên dersînorkirin.
“Dezgeha li Dijî Koçberiya Nerewa” ya Lîbiyayê Duh ragihand ku şaxê wê li Tubriqê dê 121 koçberên nerewa yên Sûrî, Sûdanî, Pakistanî, û Tişadî, dersînor bike.
Dezgehê got ku ew koçber dê yekem car ji bo devera Qenfûda werin veguhestin, piştre dê bi rêya balafirxaneya Benîna li Rojhilatê Benxazî werin dersînorkirin.
Dezgeha navbûrî diyar nekir ku hejmara koçberên Sûrî çend e yan dê bo çi welatî werin dersînorkirin.
*Koçber rastî êşkenceyê tên
Li gorî raporteke Neteweyên Yekgirtî ku ajansa Reutersê belav kiriye, koçberên girtî li Lîbiyayê rastî êşkenceyê tên, her weha hin grûpên çekdar koçberên ku berê xwe didin Ewropayê direvînin û li hember serbestberdana wan daxwaza pereyan dikin.
Di dawiya meha Tebaxa bûrî de, 19 malbatên Sûrî dema dixwest bi qaçaxî derbasî Ewropayê bibin, peywendî bi wan re hate birîn û ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.
Rêxistina Koçberiyê ya Cîhanî di raportekê de diyar kiribû ku, di sala 2022an de, hejmara koçberên li Lîbiyayê gihiştibû 670 hezar koçberî di nav de 23 hezar Sûrî ne.
►Her weha bixwîne: Zêdetirî 1000 koçberî bûne qurbanî di Deryaya Spî de