Ji ber lehiyan.. 500 kesî li Ifrîqiyayê canên xwe ji dest dan

Ji ber lehiyan.. 500 kesî li Ifrîqiyayê canên xwe ji dest dan

Welat TV - Hewlêr

Bi sedan kes ji ber baran û lehiyan li Ifrîqiyayê canên xwe ji dest dan û bi milyonan jî rastî ziyanan hatin.

Neteweyên Yekgirtî îro ragihand ku zêdetirî 500 kesî ji ber baran û lehiyan li naverast û Rojavayê Ifrîqiya canên xwe ji dest dane.

Nivîsgeha Neteweyên Yekgirtî ji bo Karûbarên Mirovan (OCHA) diyar kir ku ji ber lehiyan li welatê Tişad milyonek kes rastî ziyanan hatin, li Nîcêriya jî 600 hezar û 300 hezar jî li Nîcir rastî ziyanan hatin.

*10 milyon derbider

Li gorî amarên Neteweyên Yekgirtî, zêdetirî 10 milyon kes li Sûdanê ji ber baran û lehiyan derbider bûne, 735 hezar kes rastî ziyanan hatine û herî kêm 65 hezar kes bi cih û war mane.

►Her weha bixwîne: Ji ber lehiyan.. 138 kesan li Sûdanê canên xwe ji dest dan