Encûmena Islamî ya Sûrî: Pereyên ku grûpên çekdar li Efrînê distînin heram in

Encûmena Islamî ya Sûrî: Pereyên ku grûpên çekdar li Efrînê distînin heram in
Encûmena Islamî ya Sûrî: Pereyên ku grûpên çekdar li Efrînê distînin heram in

Welat TV - Hewlêr

Encûmena Islamî ya Sûrî, binpêkirinên grûpên çekdar li Efrîna Rojavayê Kurdistanê red kirin, û banga parastina navçeyê ji sitemkariyê kir.

Encûmena Islamî di daxuyaniyekê de gotiye, ku "kiryarên grûpên çekdar, mîna sepandina bacan li ser dar û zeyta Zeytûnan û desteserkirinê malên welatiyan sitemkarî ne û di Serî'etê de qedexe 6(Heram) in". 

Got jî: "Divê grûpên çekdar ên ku navçeyê kontrol dikin ji destdirêjiyê û sitemkariya li dijî jinan dûr bikevin, û rêz li kesên bitemen were girtin".

Tekez kir:"Divê ew destdrêjiya ku li jinên Efrînê bûyî, li ber çav were girtin".

*"Ew bac û pere heram in"

Encûmena Islamî ya Sûrî her tekez kiriye ku "nabe grûpên çekdar pereyan ji welatiyan bi bihaneya parastina darên Zeytûnan bistînin".

Her weha "nabe bacên sitemkar ên dûr ji yasa û Serî'etê werin sepandin". 

Di dawiyê de, Encûmena Islamî bang li "berpirsan" kiriye ji bo parastina hemû beşên civakê ji sitemkarî û zordariyê.

*Bûyerên Kaxrê

Çekdarên Emşat baceke nû li ser şêniyên Kurd li gundê Kaxrê yê Efrînê sepandin.

Weke nerazîbûnekê li ser kiryarên çekdaran, jinên Kurd, roja 15 Êlûnê xwepêşandamek bi rê ve bir û ji ber berdana guleyan ji aliyê çekdaran ve hejmareke jinên Kurd li gundê Kaxrê birîndar bûn.


►Her weha Bixwîne: ENKSê civînên xwe di Hevpeymaniya Niştîmanî ya Sûrî de rawestandin