Desteya Danûstandkar û Wezareta Derve ya Turkiyê rewşa Sûriyê gotêbêj kir
Welat TV - Hewlêr
Desteya Danûstandkar a Hêzên Şoreş û Opozisyona Sûrî û cîgirê Wezîrê Derve yê Turkiyê Nûh Yêlmaz pêşhateyên doseya Sûrî û rewşa penaberan, gotûbêj kirin.
Duh, Desteya Danûstandkar bi serokatiya Dr. Bedir Camûs li gel Yêlmaz li Enqera paytexta Turkiyê, civiya.
Nîvsgeha Ragihandinê ya Desteya Danûstandkar da zanîn ku Camûs di civînê de li ser dawîn pêşhateyên proseya siyasî li Sûriyê, giringiya biryarên Navdewletî bi taybetî daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 ji bo çareseriyeke siyasî û rewşa penaberên Sûrî li Turkiyê, rawestiya.
Nivîsgehê diyar kir ku Yêlmaz tekezî li ser piştevaniya Turkiyê ji çareseriya siyasî re li gorî biryarên navdewletî, kir.
رئيس هيئة التفاوض يلتقي نائب وزير الخارجية التركي
تم النشر بواسطة هيئة التفاوض لقوى الثورة والمعارضة السورية في الخميس، ١٩ سبتمبر ٢٠٢٤
Derbarê civînê de, nûnerê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê Ibrahîm Biro îro li ser tora civakî “Facebook” ê got: “Di civînê de, min behsa êş û azarên gelê Kurd li deveran di bin kontirola PYDê de kir, her weha behsa kiriyarên hin grûpên çekdar li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî bi taybetê grûpa "Emşat", kir”.
17ê Êlûnê jî, Desteya Danûstandkar li gel şandeke pilebilind a Wezareta Derve ya Emerîkayê bi serokatiya alîkara wezîrê derve bo karûbarên Rojhilata Jêrîn Barbara Leff, dawîn pêşhateyên Sûriyê û çareseriya siyasî, gotûbêj kirin.
►Her weha bixwîne: Efrîn.. Çalakvanan wêneyên jinên Kaxrê belav kirin