Kampa Gewîlan.. Xwendevanên yekem hatin xelatkirin
Welat TV - Hewlêr
Li Kampa Gewîlan a penaberên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê, xwendevanên yekem ên her du bawernameyên Amadeyî û Navendî (polên Nehan û Bekeloriya), hatin xelatkirin.
Rêxistina Gewîlan a Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya bi hevkarî û hemahengî li gel Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Rêxistina Cûdî, Roja Pêncşemê, xwendevan xelat kirin.
Di merasîmên xelatkirinê de, Rêveberiya Berdereş û hejmarek ji rêxistinên Civaka Sivîl jî, beşdar bûn.
Endama Komîta Navendî ya PDK-Sê, Hiyam Ebdulrehman ji Welat Tv re, kêfxweşiya xwe bi serkeftina xwendevanan derbirand û pîrozbahiya wan kir.
Ebdulrehman tekez kir ku Rola xwendevan û ciwanan di jiyana miletan de giring e: "Bi vê xelatkirinê me xwest pîrozbahiya serkeftiyan bikin û wan hanî berdewambûnê li ser bidestxistina serkeftinê, bidin".
Ji aliyê xwe ve jî, rêvebirê Kampa Gewîlan, Metîn Ebdula şanazî bi serkeftina xwendevanên penaber kir û got: "Tevî hemû zehmetiyan, van xwendevanan kariye pileyên bilind bi dest bixin".
Merasîmên ahenga xelatkirinê li Navenda Rewşen Bedirxan a Rewşenbîrî û Civakî li kampê, bi rê ve çûn, û li gel xwendevanan, hejmarek mamosteyên xulên xwebexş hatin xelatkirin.