Israîl: Herî kêm 11 fermandarên "Hizbulah" di êrîşa Beyrûtê de hatin kuştin

Israîl: Herî kêm 11 fermandarên

Welat TV - Hewlêr

Artêşa Israîlî ragihand ku hêzên wê zêdetirî 10 fermandarên “Hizbulah” a Libnanî di êrîşa Beyrûtê de, kuştine.

Îro nîvro, balafirên şer ên Israîlî avahiyeke li Beyrûta paytexta Libnanê armanc kir, di encamê de bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Berdevkê artêşa Israîlî Daniyal Hagarî di kongireke rojnamevanî de got ku balafirên Israîlî fermandarê “Hizbulah” a Libnanî Ibrahîm Eqîl di wê êrîşê de, armanc kir.

Daniyal diyar kir ku Eqîl û hejmarek fermandarên din ên “Hizbulah” di bin avahiyê de kom bûbûn.

Berdevkê artêşa Israîlî da zanîn ku di encama êrîşê de, Eqîl û herî kêm 10 fermandarên din hatine kuştin.

*Wezareta Tundirustiyê ya Libnanî: 78 kes bûn qurbanî

Wezareta Tundirustiyê ya Libnanî ragihand ku hejmara qurbaniyên êrîşa Israîlî li ser avahiya li Beyrûtê, gihişt 78 kesan.

Li gorî Wezareta Libnanî, di encama êrîşa Israîlî ya îro de, 12 kes hatine kuştin û 66 birîndaran bûne, rewşa tendirustî ya 8 birîndaran xerab e.

►Her weha bixwîne: Amûrên nû li Libnanê teqiyan.. 9 kes hatin kuştin û 300 birîndar bûn