Erdogan: Em li benda bersiva Rêjîmê ne ji bo hevdîtina bi Esed re
Welat TV - Hewlêr
Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand ku ew li binda bersiva Rêjîma Sûrî ne ji bo lidarxistina hevdîtinekê bi Beşar El-Esed re.
Erdogan ev yek di kongireke rojnamevanî de li Balafirxaneya Etaturk Li Stenbolê ragihand, beriya ku berê xwe bide New Yorkê ji bo beşdariyê di karên gera 79an a Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî de.
Di kongira rojnamevanî de, serokê Turkiyê li ser pêşhateyên deverê bi giştî û Libnanê bi taybetî, rawestiya.
Derbarê Sûriyê de, Erdogan got: ”Me daxwaza xwe derbarê hevdîtina bi Beşar El-Esed re, ji bo asayîkirina peywendiyan diyar kir û niha em li benda bersiva aliyê din in”.
Beriya du rojan, Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan Fîdan ji ajansa Anadolu re da zanîn: “Hejmarek xalên ku cihê nakokiyê ne weke doseya penaberan, divê beriya asayîkirina peywendiyan werin çareserkirin”.
9ê Êlûnê, Wezîrê Derve yê Rêjîma Sûrî Dr. Fêsel El-Miqdad ji malpera RT re da zanîn ku, ji bo avêtina gavên nû di warê hemahengiyê navbera Sûriyê û Turkiyê de, divê Turkiyê hêzên xwe ji xaka Sûriyê vekîşne.
►Her weha bixwîne: Esed ji bo vegerandina peywendiyan: Daxwaza me Turkiyê ji xaka me vekişe lê ne merc e