Emerîka: Biryara 2254 kirîza Sûriyê çareser dike
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Derve ya Emerîkî ragihand ku biryara 2254 a Encûmena Ewlehî kirîza Sûriyê, çareser dike.
Balyozxaneya Emerîkî li Sûriyê îro da zanîn: “Cîgira Wezîrê Derve Natasha Franceschi li gel serkirdeyên Opozisyona Sûrî û civaka sivîl civiya, ji bo gengeşekirina stratejîkên çaraserkirina şerê Sûriyê li gorî biryara 2254 a Encûmena Ewlehî”.
Balyozxaneyê serbar kir: “Franceschi tekezî li ser piştevaniya Emerîka ji hewlên wan serkirdeyan re ji bo bicîkirina daxwazên hemû Sûriyan, kir”.
17 Êlûnê, Desteya Danûstandkar a Hêzên Şoreş û Opozisyona Sûrî li gel şandeke pilebilind a Wezareta Derve ya Emerîkayê bi serokatiya alîkara wezîrê derve bo karûbarên Rojhilata Jêrîn Barbara Leff, dawîn pêşhateyên Sûriyê û çareseriya siyasî, gotûbêj kirin.
15ê Êlûnê jî, Balyozxaneya Emerîkî bi bûneya Roja Cîhanî ya Demokrasiyê, tekez kir: "Rêjîma Sûrî hîn jî rêgirê sereke ye li pêş dîtina çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyê re li gorî biryara navdewletî 2254".