Êrîşên Israîlî li Libnanê.. 34 penaberên Sûrî bûne qurbanî
Welat TV - Hewlêr
Ji destpêka şerê li Xezayê di navbera Israîl û Hemasê de, 34 penaberên Sûrî li Libnanê bûne qurbaniyên êrîşên Israîlî.
Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanî Fîras El-Ebyed di daxuyaniyekê de got, ku hejmara kuştiyan di êrîşên teqandina amûrên têkliyan ji her du cureyên "ICOM û PAGER" û bombebarana Israîlî ya roja Înê li Beyrûtê, gihiştiye 70 kesî.
Wezîrê Libnanî daye zanîn jî ku "di encama êrîşa Beyrûtê de, herî kêm 31 kes hatine kuştin, di nava wan de 3 penaberên Sûrî hene".
►Her weha bixwîne: Israîl: Herî kêm 11 fermandarên "Hizbulah" hatin kuştin
*Ciwanekî Kurd bûye qurbanî
Çalakvan Mistefa Şêxo, roja Şemiyê ji Welat TV re got, Ciwanê Kurd ê penaber Welîd Cemal Elî di encama êrîşeke balafirên Israîlê de li bajarokê El-Naqora yê Başûrê Libnanê jiyana xwe ji dest da:
"Welîd 27 salî ye û ji şêniyên Xilalka yê navçeya Bilbilê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye".
*34 penaberên Sûrî bûne qurbanî
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di raportekê de kuştina 34 penaberên Sûrî "di nav wan de 3 jin û 8 Zarok", di encama êrîşên Israîlî de li Libnanê ji Cotmeha 2023an ve, belge kiriye.
Rewangehê daye zanîn, ku hejmara birîndaran ji penaberên Sûrî di wan êrîşan de gihiştiye 18 kesan.
Hejmara herî mezin a qurbaniyan di 17 Tebaxê de hatiye tomarkirin ku 10 penaberên Sûrî di êrîşeke Israîlî de li navçeya El-Nebetiyê li Başûr Libnanê hatine kuştin û 3 birîndar bûn.
►Her weha bixwîne: Libnan.. 13 penaberên Sûrî bûn qurbaniyên êrîşeke Israîlî