Nîvî Sûrî ne.. 90 koçber li beravên Lîbyayê binav bûn
Welat TV - Hewlêr
90 koçber ku nîvê wan Sûrî ne di Deryaya Spî de, nêzîk beravên Lîbyayê binav bûn û çarenivîsa bi dehan ji wan ne diyare.
Jêderên xwecihî yên Sûrî îro da zanîn: “Şeva bûrî qeyikeke ku 90 koçber ji Lîbiya berev Ewropayê dibirin, di Deryaya Spî de nêzîk beravên Lîbyayê binav bû”.
*Çarenivîsa 20 kesan ne diyare
Li gorî jêderan, “piştî binavbûnê bi 3 demjimêran, tîmên rizgarkirinê 70 kes rizgar kirin û çarenivîsa 20 kesan ne diyar e”.
Jêderan da zanîn ku tîmên rizgarkirinê termên çend kesan derxistin, di nav wan de termê ciwanekî Sûrî hebû.
Jêderan diyar kir ku ew qeyik ji deveran Qerebûlî li Lîbyayê derketibû, nîvê koçberan Sûrî bûn û yên din ji welatên Ifrîqî bûn, di nav wan de jin û zarok hebûn”.
*Mitrsîtirîn rêya koçberiyê
Di vê derbarê de, Rêxistina Koçberiyê ya Navdewletî (IOM) ragihand ku Deryaya Spî metirsîtirîn rêya koçberiya neyasayî ye, ku ji 2014an ve ta 19ê Tebaxa îsal, zêdetirî 30 hezar koçberî tê de canên xwe ji dest dane, jê 23801 rewşên jiyanjidestdanê di navbera Lîbya, Tonis û Ewropayê de hatine tomarkirin.
Di salên bûrî bi hezaran welatiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ji ber nebûna aramî û ewlehiyê bi rêya Deryaya Spî berê xwe dan Ewropayê, di encamê de bi sedan kes canên xwe ji dest dan û çarenivîsa bi sedan jî ne diyar e.