Ji bo pêşvebirina doseya Sûrî.. Desteya Danûstandkar li New Yorkê hevdîtinan encam dide

Ji bo pêşvebirina doseya Sûrî.. Desteya Danûstandkar li New Yorkê hevdîtinan encam dide
Ji bo pêşvebirina doseya Sûrî.. Desteya Danûstandkar li New Yorkê hevdîtinan encam dide

Welat TV - Hewlêr

Şandek ji serkirdayetiya Desteya Danûstandkar a Hêzên Şoreş û Opozisyona Sûrî, dê li gel berpirsên Ewropî û Navdewletî zincîrek hevdîtin derbarê rêyên pêşvebirina çareseriya siyasî li Sûriyê, encam dide.

Seredana Desteyê bo New Yorkê dê hefteyekê berdewam bike û biryar e bi emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres re jî, bicive.

*Destaya Danûstandkar bi kê re dicive?

Li gorî Nivîsgeha Ragihandinê ya Desteyê, şande bi serokatiya Dr. Bedir Camûs dê hejmarek civîn li gel van aliyan encam bide:

"Wezîrên derve û cîgirên wezîran ên Ereb û Ewropî, berpirs û diplomatkar di wezaretên derve yên hejmarek welatên Ewropî de, rêvebirên rêxistinên navdewletî, nûnerên navdewletî, û rawêjkarên navdewletî bo karûbarên Rojhilata Navîn".

Got jî: "Armanca van hevdîtinan vegerandina guhdana navdewletî bi doseya Sûriyê ye, herweha pêşvebirina piroseya siyasî li gorî biryarên navdewletî, bi taybet 2254 û 2118".

*Mijarên civînan

Desteya Danûstandkar dê di hevdîtinên xwe de hewl bide ku Civaka Navdewletî agehdarî rewşa niha li Sûriyê, bike.

Her weha dê tekeziyê li ser "ne cidîbûna Rêjîmê derbarê dîtina çereseriyeke siyasî, binpêkirinên mafnasî û kirîza mirovî ya berdewam, bike".   

Di Tîrmeha bûrî de jî, Desteya Danûstandkar a Sûrî seredana New Yorkê kiribû, û li gel hejmarek berpirsên navdewletî û Ereb, pêşvebirina çareseriya siyasî li Sûriyê, gotûbêj kir.