Çalakvanek: "Ciwanên Şoreşger" zarokek li Helebê revand
Welat TV - Hewlêr
Zarokekî 14 sal li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê hat revandin û çarenivîsa wî ne diyar e.
Çalakvan Xebat Qere îro da zanîn ku "Ciwanên Şoreşger" ên bi ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve zarokê bi navê Mihemed Reşîd Qoşo yê 14 salî, 2yê Êlûnê, li taxa Şêx Meqsûd revand, û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Xebat Qere diyar kir ku Mihemed ji şêniyên navçeya Raco ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, li gel malbata xwe li Şêx Meqsûd dijî û li kargeheke dirûtinê kar dikir.
Qere got jî: ”Revandina zarokan li Şêx Meqsûd bi awayekî rojane berdewam e”.
*Leşkerkirina zarokan
24ê Hezîranê, Wezareta Derve ya Emerîkayê, raporteke bi navê "Bazarkirina bi Mirovan" ragihand ku HSDê di leşkerkirina zarokan de berdewam e û wan ji bo şer bi kar tîne.
Di sala 2019an de, fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî, li gel Nûnera Netewên Yekgirtî ya karûbarên Zarokan Virginia Gamba, li ser peymanekê îmze kiribû, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe nake û zarokên di nav de serbest berde.
►Her weha bixwîne: Tora Çavdêriya Sûriyê: HSDê zarokek revand