Grûpa "CCCM" li Sûriyê: Rewşa 1.4 milyon derbider xerab e
Welat TV - Hewlêr
Rêxistina "CCCM" ragihand ku 77% ji cihên derbideran li Bakurê Rojavayê Sûriyê ku 1.4 milyon kes li xwe digre metirsiya zivistaneke dijwar li ser heye.
Li gorî raporta grûpa "CCCM" bi hevkariyê li gel Rêxistina Navdewletî ya Koçberan (IOM) û Komîsara Bilind a Neteweyên Yekgirtî ya karûbarên Penaberan (UNHCR) tekez kir ku, pêwîstiya wan cihan bi çakirina jêrxaneyan û xizmetguzariyên sereke heye.
Raportê da zanîn, ”eger heye ku xizmetguzariyên zivistanê ji aliyê grûpa "CCCM" negihe 1.4 milyon kes û kirîzeke tendirustî û mirovî di mehên bê de dirust bibe.
* Karesatên berê li Bakur Rojavayê Sûriyê
Li gorî raporta "CCCM" 2 milyon kes li 1.529 cihên derbideran bi nêzîkbûna werzê zivistanê li Bakurê Rojavayê Sûriyê ji ber nebûna pêdiviyên rojane û serek rastî astengiyan tên.