Zêdetirî 60 koçberî di Deryaya Spî de canên xwe ji dest dan

Zêdetirî 60 koçberî di Deryaya Spî de canên xwe ji dest dan
Qurbaniyên Rêya Koçberiyê

Welat TV - Hewlêr

Nivîsgeha Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê li Lîbyayê, duh 16ê Berçileya 2023yan ragihand, 61 koçberî ku di nav wan de jin û zarok hene, li beravên Lîbya di encama binavûbûna keşteyekê de canên xwe ji dest dan .

Rêxistinê li ser zarê kesên rizgarbûyî ragihand, ku di keşteyê de 86 kes hebûn, ji bajarê Zuwara yê Lîbya berev Ewropayê diçû, piraniya koçberan welatiyên Nîjerya, Gambiya û welatên din ên Afrîqayê bûn, ji wan 25 kes hatin rizgarkirin û 61 koçberî canên xwe ji dest dan.

Di vê derbarê de, berdevkê Rêxistinê li herêma Deryaya Spî, Flavyo Dê Giykomo diyar kir, di 2023yan de zêdetirî 2250 kesan di Deryaya Spî de jiyana xwe ji dest dane.

Koçber ji Rojhilata Navîn û Efrîqayê berê xwe didin Tunis, lîbiya, Cezayir û Mexribê bo bi qaşaxi di rêya Deryaya Spî derbasî Ewropa bibin, li hejmareke mezin ji wan dibin qurbaniyên rêya koçberiyê û canên xwe ji dest didin.