Idlib.. Westgehek şewitî û 4 kes bûne qurbanî

Idlib.. Westgehek şewitî û 4 kes bûne qurbanî
Idlib.. Westgehek şewitî û 4 kes bûne qurbanî

Welat TV - Hewlêr

Agir bi westgeheke sotemeniyê li gundewarê Idlibê ket, û di encamê de 4 kes bûne qurbanî.

Berevaniya Sivîl a Sûrî daye zanîn, ku " roja Duşemê agir bi tankerên Benzînê yên westgehekê li nêzîkî bajarokê Hizano li bakurê Idlibê ket, û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 3yê din birîndar bûne".

Berevaniyê diyar kirye, ku “birîndar ji aliyê welatiyan ve hatin veguhestin bo nexweşxaneyê, piştre tîmên wan gihiştin cihê bûyerê û agir vemirnadin”:

"Agir bi sedema şorteke Elektrîkê di dema paqijkirina tankeran de vêketibû".

9ê Êlûnê, agir bi kargeheke petrolê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê jî ket, û ziyanên madî tê de hatibûn tomarkirin.

►Her weha bixwîne: Hesekê.. Agir bi navendeke niştecîbûna derbiderên Serê Kaniyê ket