Çekdarên "Emşat" girtin ser malên kurdan

Çekdarên
Navçeya Şiyê - Efrînê

Welat TV - Hewlêr

Li gundê Merwaniyê yê Jêrîn, li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, çekdarên Sultan Silêman Şah, ku bi "Emşat" naskirî ne, girtin ser malên kurdan, û rewşeke tevlîhevî û tirsê xistin nav dilê sivîlan de.

Jêdera me got: "Şeva 17ê Berçileya 2023yan, çekdarên "Emşat" bi du otombîlên leşkerî derdora 15 çekdar tê de bûn, girtin ser malên kurdan li gund, bi şêweyekî hovane dûr ji rewişt û reftaran, serederî kir, bê ku rêzê li hurmeta malan û prensîpan bigirin".

Jêderê tekez kir: "Mebest jê, girtina çotkarên ku nikarîne, bacên ku li ser hatine sepandin bidin, tevî ku hin kesan karîbû xwe ji nav lepên wan rizgar bikin, dîsa jî hejmarek kes rastî lêdanê hatin".

Beriya niha, bi mebesta encamdana projeyên taybet bi xwe, çekdarên "Emşat" li navenda navçeya Şiyê 200 darên zeytûnan ji kokê ve hil kirin û 3 malên kurdan rûxandin.

Herêma Efrînê di bin destê Turkiyê û çekdarên "Artêşa Niştîmanî" ya bi ser "Hikûmeta Sûriya Demkî" de ye, komên wê artêşê ji xwe re bajar, navçe û gundên Efrînê parve kirine, Emşat yek ji wan koman e, navçeya Şiyê, navenda navçeya Mabeta û hin gundên bi ser ve û hin gundên Cindirêsê ji xwe re birine.