El-Behra: Hevdîtina Erdogan û Esed pêkan e

El-Behra: Hevdîtina Erdogan û Esed pêkan e
El-Behra: Hevdîtina Erdogan û Esed pêkan e

Welat TV - Hewlêr

Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Opozisyona Sûrî, Hadî El-Behra got ku tevî hebûna astengiyan, lê lidarxistina hevdîtina serokê Rêjîma Sûrî Beşar Esed û serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan, Pêkan e.

El-Behra di hevdîtinekê de ji "Reuters" daye xuyakirin, ku armanc ji vexwendinên Erdogan ji bo encamdana danûstandinan bi Esed re, şandina nameya lihevhatinê ye: "Hevdîtin pêkan e, tevî ku Enqera dizane ku Şam nikare di dema niha de daxwazên wê pêk bîne".

►Her weha bixwîne: Erdogan: Em li benda bersiva Rêjîmê ne ji bo hevdîtina bi Esed re

►Her weha bixwîne: Şe'ban derbarê hevdîtinan bi Turkiyê re: Divê binpêkirinên li dijî Kurdan rawestin

*Paşguhkirina navdewletî

Hadî El-Behra tekez kir: "Şerê Israîlê bi Hemas û Hizbulah re li Xezayê û Libnanê, hejarî û birçîbûn û tundrewî û tundûtujiya li Sûriyê berdewam dûrî guhdana cîhanê xistiye. Ev yek jî Sûriyê rastî metirsiya wêranbûneke bi temamî dike".

Got jî: "Doseya Sûriyê ne di nava doseyên sereke yên hêzên cîhanî û herêmî de ye".

Derbarê piroseya siyasî û piştî civîninan bi şandene Emerîkî, Turkî û navdewletî re, El-Behra da zanîn, ku piroseya siyasîya ya ku Emerîka serkêşiya wê dike, "rawestayî ye".

*Penaberên Sûrî li Turkiyê

Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Sûrî got, ku gelek penaberên Sûrî yên li Turkiyê dimînin, şerê Rêjîma Sûrî kiriye û ji navçeyên Sûrî yên ne di bin kontrola Turkiyê de ne: "Ev yek astengiyan aloztir dike".

Her weha amaje kir: "Turkiya dizane ku ew nikare 3 milyon penaberên Sûrî neçarî vegerê bike, û bi zelalî dibîne ku pêwîstiya vê yekê bi dîtina çareseriyeke siyasî li Sûriyê, heye".