Di salvegera damezrandina xwe de.. Xêrxwaziya Barzanî hilmetek ragihand
Welat TV - Hewlêr
Dezgeha Xêrxwaziî ya Barzanî salvegera damezrandina xwe ya 19an li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, vejand.
Îro, bi amadebûna parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw û hejmarek berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, merasîmên vejandina slavegera 19an a damezrandina Xêrxwaziya Barzanî, bi rê ve çûn.
*Hilmetek ji bo parastina jîngehê
Serokê dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed bixêrhatina mêhvana kir, û hilmeta bidawîanîna bikaranîna butlên avê yên pilastîk ji bo parastina jîngeha Herêma Kurdistanê, ragihand.
Serokê Desteya Jîngeha Herêma Kurdistanê Ebdulrehman Sedîq jî, hêvî kir ku ev hilmet bi rêya civaka sivîl û dezgehên ragihandinê bêhtir belav bibe.
Her weha hunermendê Kurd Elend Hazim beşdarî hilmeta Xêrxwaziya Barzanî bû û ji Welat TV re got: ”Divê em jîngeha Kurdistanê biparêzin”.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî rêxistineke ne hikûmî ye, 10ê Tebaxa 2005an hatiye damezrandin, di warê mirovî de li Herêma Kurdistanê kar dike, alîkariyan ji peneber, derbider û xwedan pêdiviyên taybet re, dabîn dike.
*Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê
Piştî erdheja 6ê Sibata 2023yan li Sûriyê, Turkiyê, Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Xêrxwaziya Barzanî yekemîn karwanê alîkariyan di 10ê Sibatê de derbasî Efrînê û navçeyên wê, kir.
Di 4ê Tîrmeha 2023yan de, Xêrxwaziya Barzanî bi alîkariya rêxistina Caritas ya Elmanî Navenda Barzanî ya Çand û Geşepêdanê li Efrînê vekir, û ta niha bi çalakiyên cuda radibe û alîkariyan pêkêşî xelkê dike.
►Her weha bixwîne: Projeya "Ezîzan" a Xêrxwaziya Barzanî berdewam dike