Israîl: Me Hesen Nesrelah armanc kir

Israîl: Me Hesen Nesrelah armanc kir
Beyrût

Welat TV - Hewlêr

Dezgehên ragihandinê yên Israîlê ragihand ku balafirên şer ên Israîlê Emîndarê Giştî yê ”Hizbulah” a Libnanî Hesen Nesrelah, armanc kir.

Îro balafirên şer ên Israîlê hejmarek avahî li Başûrê Beyrûta paytexta Libnanê armanc kirin û ziyanên canî û madî hatin tomarkirin.

*Hesen Nesrelah hatiye armanckirin

Artêşa Israîlê di daxuyaniyekê de ragihand ku balafirên wê baregeha navendî ya serokatiya ”Hizbulah”, armanc kiriye.

Dezgehên ragihandinê yên Israîlî da zanîn ku Emîndarê Giştî yê ”Hizbulah” Hesen Nesrelah di wê êrîşê de, hatiye armanckirin.

*14 qatan bin erdê

Malpera Axios ya Emerîkî jî got ku êrîşa Israîlê Hesen Nesrlah û berpirsên pilebilend ên ”Hizbulah” di qata 14an bin erdê de, armanc kirine.

Ta niha ”Hizbulah” tu daxuyanî derbarê vê yekê de belav nekiriye, û Ajansa Tasnim ya Îranî da zanîn ku Hesen Nesrelah û Serokê Encûmena Cibcîkar a ”Hizbulah” Haşim Sefîdîn, selamet in.

Wezareta Tendirustiyê ya Libnanî amarên destpêkî yên êrîşê belav kir û diyar kir ku 2 kes hatine kuştin û 76 birîndar bûne.

Ji 23yê Êlûnê ve, zêdetirî 100 penaberên Sûrî ku di nav de Kurd hene, di êrîşên Israîlî de li Libanên hatine kuştin. Her weha zêdetirî 22 hezar penaberî ji Libnanê vegeriyane Sûriyê.

Her weha bixwîne: Zarokekî Rojavayê Kurdistanê di şerê Libnanê de jiyana xwe ji dest da