Rêjîma Sûrî welatiyekî Kurd li Helebê girt

Rêjîma Sûrî welatiyekî Kurd li Helebê girt

Welat TV – Hewlêr

Welatiyekî Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên Rêjîma Sûrî ve hat girtin.

Tora Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand, hêzên Rêjîma Sûrî welatiyê Kurd Hisên Ebdulrehman Xelîl li taxa Şêx Meqsûda Helebê girt.

Sedemên girtinê ne diyar in Torê da zanîn, li ser rêbenda Cizîrê ya li taxê di 26ê mehê de hat girtin û ta niha sedemên girtin û çarenivîsa wî ne diyar in.

Tora navbûrî diyar kir, Xelîl ji şêniyên navçeya Raco ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, li gel malbata xwe li kampên Şehbayê yên koçberkiriyên Efrînê niştecî ye.

"Rêjîm welatiyan bi şêweyekî ne yasayî digire"

Li gorî Tora Çavdêriya Sûriyê, hêzên rêjîmê bi şêweyekî ne yasayî, bêserûber û bi tometên dûr ji rastiyê welatiyan digirin û yasayên navdewletî yên Netewên Yekgirtî 2254 û 2139 bin pê dikin.

Tora navbûrî derbarê nediyarkirina çarenivîsa welatiyê Kurd dilgiraniya xwe nîşan da û bang li Civaka Navdewletî kir ku welatiyên sivîl biparêze û berpirsên di ber binpêkirinan de siza û dadgeha bike her weha çarenivîsa bi hezaran ji girtiyan eşkere bike.