Elmaniya.. Revenda Kurdî seknadinek li dijî binpêkirinên li Efrînê li dar xist

Elmaniya.. Revenda Kurdî seknadinek li dijî binpêkirinên li Efrînê li dar xist

Welat TV - Hewlêr

Revenda Kurdî li Elmaniyayê seknandinek li dijî binpîkirinên grûpên çekdar li Efrîna Rojavayê Kurdistanê li bajarê Raên, li dar xist.

Revanda Kurdî li bajarê Raên duh seknadinek ji bo nîşandana hevxemiya xwe li dijî tawanên berdewam li Efrînê li pêş balyozxaneya Tûrkiyê, li dar xist.

Di seknandinê de, guhertina demografîk, desteserkirina mal û mulkên niştecyên resen, desteserkirina zeviyên wan û binpêkirinên berdewam li ser şêniyên deverê ji aliyê grûpên çekdar ve bi taybetî “Emşat”, hatin şermezarkirin.

Her weha, Revenda Kurdî piştevaniya xwe ji jinên gundê Kaxrê re, nîşan da.

*Bûyera Kaxrê

Weke nerazîbûnekê li ser kiryarên çekdaran, jinên Kurd, roja 15 Êlûnê xwepêşandanek bi rê ve bir, çekdarên “Emşat” gule berdane wan û hejmarek jin birîndar bûn, ji wê demê ve û ta niha nerazîbûnên berfireh derdikevin.

►Her weha bixwîne: Efrîn.. Çalakvanan wêneyên jinên Kaxrê belav kirin