Çekarên Emşat 7 Kurd li Efrînê girtin

Çekarên Emşat 7 Kurd li Efrînê girtin

Welat TV - Hewlêr

Çekdarên Sultan Silêman Şah (Emşat) li navçeya Mabeta ya herêma Efrînê7 welatiyên Kurd girtin, li hember dana fidiyê serbest berdan.

Jêdereke taybet ji Welat TV re got, çekdarên Emşat 7 Kurd li navenda navçeya Mabeta girtin û li hember dana fidiyê ji 300 dolarên Emerîkî ta 700 dolarên Emerîkî serbest berdan.

Jêderê got, di 22yê mehê de hatin girtin û di 25ê mehê de hatin serbestberdan.

*Navên girtiyan ev in

*Mihemed Henan Bekir

*Henan Ezet Bekir

*Beşar Zuhêr Hemade

*Ziyad Şêx

*Basil Henan Hecîka

*Dilo Ehmed Mistefa

*Elî Muxtar

Emerîka "Emşat" siza kiriye

Di Tebaxa 2023yan de, Wezareta Gencîneya Emerîka siza li ser grûpên "Emşat" û "Hemzat" ên bi ser "Artêşa Niştîmanî" ya Sûrî ve, ji ber binpêkirinên wan dermafê mirovan de li Efrînê sepandin.

Her weha bixwîne.. "Jinên gundekî Efrînê derketin xwepêşandanekê: "Hin jin bi guleyên Emşat birîndar bûn"