Ji Sûriyê hatibûn derbaskirin.. Urdinê dest danî ser bi hezaran tûrên heşîşê
Welat TV - Hewlêr
Artêşa Urdinê dest danî ser bi sedan tûrên heşîşê ku bi qaçaxî ji Sûriyê bo Urdinê hatibûn derbaskirin.
Artêşa Urdinê di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên wê berbanga îro dest danîn ser madene hişbir li devera Rojhilatê Urdinê.
Her weha artêşa Urdinê wêneyek li gel daxuyaniya xwe belav kir, tê de bi sedan tûrên heşîşê diyar in.
Daxuyaniyê diyar kir ku ew made ji Sûriyê bi qaçaxî hatibûn derbaskirin û bo aliyên peywendîdar hatin veguhestin.
14ê Êlûnê jî, artêşa Urdinê hewla derbaskirna madeyên hişbir bi rêya 2 dronan ji Sûriyê, têk da.
*80 % ji Kiptagona cîhanê
Li gorî malpera El-Monîtor a Emerîkî, "Derdora 80 % ji Kiptagona li cîhanê li Sûriyê tê çêkirin, serokê Rêjîma Sûrî Beşar El-Esed û kesên bi ser ve bi alîkariya "Hizbûlah" a Libnanî û milîsên Îranê çêkirin û bazirganiya Kiptagonê bi rê ve dibin".