Çekdarên "Sultan Murad" hewl didin malên Kurdan li Efrînê desteser bikin
Welat TV - Hewlêr
Çekdarên "Sultan Murad" li navçeya Bilbilê û gundên di bin destê wan de li herêma Efrînê, daxwaza belgenameyên mulkiyetê ji Kurdan dikin.
Jêderan ji navçeya Bilbilê ji Welat TV re got ku bi nêzîkbûna dema çinîna berhema zeytûnan, çekdarên "Sultan Murad" ji welatiyên Kurd xwestiye ku belgenameyê mulkiyetê ji dezgehên Rêjîma Sûrî li Helebê bînin:
"Welatiyên Kurd nikarin bi hêsanî biçin Helebê. Her kesekî nikaribe belgenameyê bi dest bixe dê mal û mulkên wî werin desteserkirin".
Jêder tekez dikin: "Çekdarên Sultan Murad vê yekê encam didin da ku desteserkirina mal û mulkên Kurdan rewa bikin".
Yek ji grûpa Artêşa Niştîmanî ye
Çekdarên "Sultan Murad" yek ji grûpên "Artêşa Niştîmanî" ya Oposizyona Sûrî ye, fermandarê wê li Bilbilê Welîd Ebû El-Ez e.
Her weha bixwîne.. ENKS: Ji sedê salan ve Kurdên Efrînê xwediyên zeviyên xwe ne