NY: Penaberên vedigerin Sûriyê di bin metirsiya girtin û êşkenceyê de ne

NY: Penaberên vedigerin Sûriyê di bin metirsiya girtin û êşkenceyê de ne
NY: Penaberên vedigerin Sûriyê di bin metirsiya girtin û êşkenceyê de ne

Welat TV - Hewlêr

Di encama êrîşên Israîlê de li Libnanê, bi sedên hezaran welatî û penaber derbider bûne, û bi dehên hezaran ji wan berê xwe dane Sûriyê, û Neteweyên Yekbûyî tekez dike ku metrsî li ser penaberên vegeriyayî heye. 

Komîteya Lêkolînan a Neteweyên Yekbûyî daye zanîn, ku "hejmareke mezin ji penaberên Sûrî neçar dibin ji Libnanê vegerin Sûriyê, û metrsî ji girtin, êşkence, Leşkerkirin, binçavkirin û ta bi kuştinê li ser wan hene".

Komîteyê banga li hemû aliyan kiriye, ku "pabendî bi yasayên navdewletî yên girêdayî mafên mirovan bibe, û jiyana penaberan were parastin".

*185 hezar kes

Komisiyona Bilind a Penaberan a NY jî ji aliyê xwe ve diyar kiriye, ku "ji 23ê Êlûnê ve ta 3yê Cotmehê, bêtirî 185 hezar kesî ku piranaiyan wan welatiyên Sûrî ne ji Libnanê derbasî Sûriyê bûne".

*Girtina penaberên vegeriyayî

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raportekê de roja Çarşemê eşkere kiriye, "Di Êlûnê de bêtirî 206 penaberî yên ku ji Libnanê vegeriyane Sûriyê hatine girtin".

li gorî Torê, "ji wan 128 kes ji aliyê Rêjîmê ve, 38 kes ji aliyê Grûpên Opizisiyonê ve, 21 li ser destê HSD û 19 ji aliyê "Desteya Tehrîr El-Şam" ve hatine girtin".


►Her weha bixwîne: Rêjîma Sûrî li Helebê welatiyekî Kurd ji Libnanê vegeriyabû girt