Urdinê dest danî ser dronên barkirî bi madeyên hişbir
Welat TV - Hewlêr
Urdinê hejmarek dronên barkirî bi madeyên hişbir li ser sînorî xwe, xistin xwarê.
Artêşa Urdinê îro da zanîn ku zêrevanên sînorî li devera leşkerî ya Başûr bi hemahengî li gel dezgehên ewlekariyê û rêveberiya qedexekirina madeyên hişbir, hewleke derbaskirina madeyên hişbir bi rêya dronan, têk bir.
Li gorî artêşa Urdinê, hêzên wê dron di nava xaka Urdinê de xistin xwarê, dest danîn ser madeyên hişbir û bo aliyên peywendîdar hatin veguhestin.
2yê Cotmehê jî, artêşa Urdinê dest danî ser bi sedan tûrên heşîşê ku bi qaçaxî ji Sûriyê bo Urdinê hatibûn derbaskirin.
►Her weha bixwîne: 500 hezar hebên Kaptagonê li Helebê hatin desteserkirin