Beşar Ce´ferî: Divê hêzên Turkiyê vekşin ji bo lidarxistina hevdîtinekê li ser asta serokan
Welat TV - Hewlêr
Balyozê Rêjîma Sûrî li Rûsiyayê Beşar Ce´ferî ragihand ku divê gavên baş ji aliyê Turkiyê ve werin avêtin ji bo lidarxistina hevdîtinekê di navbera Esed û Erdogan de.
Ce´ferî îro ji ajansa TASS a Rûsî re da zanîn ku serokê Rêjîma Sûrî Beşar El-Esed bi serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan re, di çarçoveya lûtkeya (BRIKS) de li Rûsiya di dawiya vê mehê de, nacive.
*Rawestandina pişt
Beşar Ce´ferî diyar kir ku ”divê Turkiyê nexşerêyekê ji bo vekşanê ji xaka me deyne û piştgiriya terorîstan rawestîne, da ku hevdîtin were lidarxistin”.
Ce´ferî got: ”Turkiyê cîrana me ya nêzîk e, em dixwazin pewendiyên me yên baş pê re hebin, lê diyalog bi aliyekî tenê bi rê ve naçe, divê her du aliyî gavan di vê derbarê de biavêjin”.
21ê Êlûnê, Receb Teyib Erdogan ragihand ku ew li binda bersiva Rêjîma Sûrî ne ji bo lidarxistina hevdîtinekê bi Beşar El-Esed re.
►Her weha bixwîne: Esed: Daxwaza me Turkiyê ji xaka me vekişe lê ne merc e