Kurd ji mafên xwe bêpar kirin.. Salvegera 62yan a Serjimêriya awarte li Rojavayê Kurdistanê
Welat TV - Hewlêr
Îro 62 sal bi ser serjimêriya awarte li Rojavayê Kurdstanê derbas dibin, ku bi sedan hezar Kurd ji regeznameya Sûrî bêpar kirin.
5ê Cotmeha 1962yan, Rêjîma Sûrî ya wê demê serjmêriya awarete li herêma Cizîrê encam da.
Li gorî wê serjimêriyarê Kurd li wê herêmê bûne 3 beşan li dezgehên tomarinê yên hikûmî:
1ـ Beşê xwedan nasnameya sûrî.
2ـ Beşê bê nasname “Ecanib”.
3ـ Beşê bê nasname û navên wan di tomarên dewletê de tune ne “Mektûm El-Qeyid”.
Ta sala 2011an, hejmara welatyên Kurd yên ku bi “Ecanib” dihatin naskirin 346242 kes, bû.
Her weha hejmara welatyên kurd yên “Mektûm El-Qeyid” ta sala 2011 an gihişt 171300 kesî.
*517 kes bê nasname
Ji sala 1962 ve û ta sala 2011an, hejmara welatên Kurd yên ku nasnameya sûrî wernegirtbûn gihişt 517 hezar kesî.
Piştî şoreşa Sûrî, Rêjîma Sûrî sala 2018an, nasname dan 326489 welatiyên Kurd yên ku bi “Ecanib” dabûn naskirin, û ji welatiyên “Mektûm El-Qeyid” bi tenê (50400) kesî nasnameya Sûrî wergirtin.