Necat Ruşdî: Penaberên ku ji Libnanê vedgerin Sûriyê di bin metirsiyê de ne

Necat Ruşdî: Penaberên ku ji Libnanê vedgerin Sûriyê di bin metirsiyê de ne
Necat Ruşdî: Penaberên ku ji Libnanê vedgerin Sûriyê di bin metirsiyê de ne

Welat TV - Hewlêr

Bi sedên hezaran ji penaberên li Libnanê bi sedema şer û êrîşên Israîlê neçar dibin vegerin Sûriyê, û Neteweyên Yekbûyî tekez dike ku metirsî li ser wan heye.

Cîgira şandiyê taybet ê UNê Necat Ruşdî di daxuyaniyekê de da zanîn, ku "bi sedên hezaran Jin, zarok û mêr ji Libnanê direvin û derbasî Sûriyê dibin:

"Hejmareke mezin ji wan penaberên ku beriya niha ji Sûriyê reviyayî ne, û careke din neçar dibin vegerin Sûriyê û metirsî li jiyana wan heye".

*Biryara 2254

Ruşdî bang li hemû aliyan kir, ku "agirbestê di zûtirîn dem de ragihînin, û çareseriyên siyasî werin dîtin, her weha biryara 2254 li Sûriyê were bicîkirin". 

 

 

Komîteya Lêkolînan a UNê a taybet bi Sûriyê, roja 4 Cotmehê di daxuyaniyekê de tekez kiribû, ku hejmareke mezin ji penaberên Sûrî neçar dibin ji Libnanê vegerin Sûriyê, û metrsî ji girtin, êşkence, leşkerkirin, binçavkirin û ta bi kuştinê jî, li ser wan hene.

►Her weha bixwîne: Ewropa.. Metrsî ji çêbûna pêleke penaberiyê nû li Rojhilata Navîn heye