HRW: Êrîşên Israîlê rêgiriyê li pêş reva sivîlan û encamdana karên mirovî dike

HRW: Êrîşên Israîlê rêgiriyê li pêş reva sivîlan û encamdana karên mirovî dike
HRW: Êrîşên Israîlê rêgiriyê li pêş reva sivîlan ji ber şer û encamdana karên mirovî dike

Welat TV - Hewlêr

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) ragihand ku êrîşên Israîlê li ser sînorê Sûriyê - Libnanê rê li pêş derketina penaberan berev Sûriyê, digre.

Rêxistina HRW a navdewletî îro diyar kir, ku "êrîşên Israîlê rêgiriyê li pêş derketina sivîlan ji Libnanê berev Sûriyê dike her weha rêgiriyê li encamdana karên mirovî dike":

"Ev rewş jiyana sivîlan dixe metirsiyeke mizin de".

HRW di raporta xwe daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir ku lêkolîneke navdewletî di vê derbarê de veke, û bang li hemû aliyan kir ku binpêkirinên li dijî sivîlan rawestînin,

Ji aliyekî din ve, rêxistinê tekez kir ku divê Emerîka bi erkê xwe derbarê parastina sivîlan de rabe.

*230 hezar derbasbûne

Li gorî amarên Neteweyên Yekgirtî, ji 23ê Êlûnê ve bêtirî 220 hezar kesî ji libnanê derbasî Sûriyê bûne, û piraniya wan penaberên Sûrî ne:

"rewşa wan pir xerabe, û bi hezaran hîna li ser sînor asê mane".

Roja Înê, Israîlê dergehê Cidêdit Yabûs / Mesne’a li ser sînorê Sûriyê - Libnanê armanc kir, di encamê de çûnûhatina sivîlan bi rêjeya 75% tê de kêmbûye.

►Her weha bixwîne: Necat Ruşdî: Metirsî li ser penaberên Sûrî yên ku ji Libnanê vedgerin heye