Kampa Domîz.. Xêrxwaziya Barzanî pêdviyên xwendinê pêşkêşî 1156 xwendevanan kirin
Welat TV - Hewlêr
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî pêdviyên xwendinê li ser zêdetirî 1000 xwendevanî li kampa Domîz a penaberên Rojavayê Kurdistanê li Duhokê, dabeş kirin.
Xêrxwaziya Barzanî îro da zanîn ku “6ê Cotmehê, dezgehê bi hevkariyê li gel Rêxistina KHALSA AID pêdviyên xwendinê pêşkêşî 1156 xwendevanan li kampa Domîz, kirin.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî diyar kir ku ew pêdvî ji çente û perwagehan, pêk dihatin.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî rêxistineke ne hikûmî ye, di warê mirovî de li Herêma Kurdistanê kar dike, alîkariyan ji peneber, derbider û xwedanên pêdiviyên taybet re dabîn dike.
►Her weha bixwîne: Xêrxwaziya Barzanî xuleke fêrkirina dirustkirina sabûnê vekir