Hims û Hema.. Israîlê bajarê Hesiya û xaleke Rêjîmê armanc kirin

Hims û Hema.. Israîlê bajarê Hesiya û xaleke Rêjîmê armanc kirin
Hims û Hema.. Israîlê bajarê Hesiya û xaleke Rêjîmê armanc kirin

Welat TV - Hewlêr

Balafirên şer ên Israîlê, berbanga Pêncşemê kargeha otombîlên "Saba" ya Îranî li gundewarê Himsê û xaleke leşkerî li gundewarê Hemayê armanc kirin.

Ajansa "SANA" ya ser bi Rêjîma Sûrî ve got ku bombebaraneke Israîlê bajarê Hesiya yê pîşesazî û xaleke leşkerî li gundewarê Hemayê armanc kir: "Agir bi cihê li Hesiya hatî armanckirin, ket û ziyanên canî tune ne".

Rêvebirê bajarê pîşesazî daye zanîn: "Bombebarana Israîlê kargeha otombîlên (Saba) û hejmarek barhilgirên barkirî bi kelûpelên pizîşkî armanc kirin".

Li Hemayê jî, jêderên xwecihî got ku bombebarana Israîlê, xalên bi ser Lîwaya 47an ve ya artêşa Rêjîmê li derdora çiyayê Me'rîn li başûrê Hemayê armanc kirin.

*Kuştî û birîndar li Mezê

Roja Sêşemê, balafirên şer ên Israîlê avahiyek li taxa Mezê ya Şamê li nêzîkî baliyozxaneya Îranê armanc kir.

Wezareta Berevaniyê ya Rêjîma Sûrî ragihand: "Di encama êrîşê de, 7 kes hatin kuştin û herî kêm 11 kesên nenas birîndar bûn, her weha ziyanên madî jî hatine tomar kirin".

►Zêdetir bixwîne: Şam.. 19 kes bûne qurbaniyê êrîşeke Israîlê