Piştî 2 rojan ji girtinê.. Dergehê On Dadat vebû
Welat TV - Hewlêr
Dergehê On Dadat ê di navbera Opozisyona Sûrî û Hêzên Sûriya Demoqratîk (HSD) de li gundewarê bajarê Minbicê, li pêş vegera sivîlan hate vekirin.
Jêderên xwecihî da zanîn ku duh derdora 200 kesî bi rêya dergehê On Dadat derbasî deverên Opozisyona Sûrî bûn.
Li gorî jêderan ew kes ji Libnanê derbasî Sûriyê bûbûn, û bi rêya deverên di bin kontirola Rîjîma Sûrî û HSDê de gihiştin dergehê On Dadat.
دخول الدفعة الثانية من اللاجئين السورين القادمين من لبنان إلى الشمال السوري من معبر عون الدادات بريف حلب@AliHajSuleiman pic.twitter.com/lzJt1iDTQ2
— أحمد رحال Ahmed Rahhal (@pressrahhal) October 9, 2024
Ev yek piştî 2 rojan ji gertina dergehê ji aliyê polîsên leşkerî yên “Hikûmeta Sûrî ya Demkî” ve, tê.
Li gorî polîsên leşkerî, “ew girtin ji ber rewşa ewlehî li deverê û reftarên HSDê li gel sivîlan bû”.
*On Dadat
On Dadat dergehê tekane ye ji bo tevegera sivîlan di navbera HSDê û ”Artêşa Niştîmanî” ya Opozisyona Sûrî de û ji bo bazirganiyê jî tê bikaranîn.
Beriya niha, hejmarek jêder tekez kiribû ku HSDê tankerên petrolê bi rêya On Dadat şandine deverên Oposizyona Sûrî.