Ziyan bêtirî 60 milyon dolar e.. Bahozeke bihêz li Emerîka rabû
Welat TV - Hewlêr
Bahozeke bihêz li wîlayeta Filorîda ya Emerîkî rabû û ziyan derdora 60 ta 70 milyar Dolarên Emerîkî ne.
Duh, Bahoza Mîlton bi leza 195 km/demjimêr gehişte wîlayeta Filorîdayê li gel ba û baranên dijwar.
Li gorî ragihandina Emerîkî, Bahozê ziyanên madî gehandiye bêtirî 100 malî li gelek deveran, 15 mal ji wan bi temamî wêran bûne.
Jêderan daye zanîn, elektirîk jî bi sedema bahozê hatiye birîn û bêtirî 2.5 melyon kes jê, bêpar in.
Ji aliyê xwe ve, pisporên Aborî diyar kir ku ziyanên madî dê derdora 60 ta 70 milyar Dolarên Emerîkî, bin.
Beriya 2 hefteyan jî, bahoza Hêlin li heman wîlayetê rabûbû û di encamê de derdora 230 kesî canên xwe ji dest dan.