Israîlê gundewarê Himsê armanc kir
Welat TV - Hewlêr
Balafirên şer ên Israîlê êrîşên esmanî li gundekî parêzgeha Himsê li ser sînorê Sûriyê û Libnanê, encam dan.
Jêderên xwecihî yên Sûrî da zanîn ku balafirên Israîlê du êrîş li gundê Hoş yê Himsê nêzîkî sînorê Libnanê, encam dan.
Li gorî jêderan, Israîlê baregehên ”Hizbulah” a Libnanî armanc kirin, lê ta niha tu zaniyarî derbarê ziyanên canî û madî de tune ne.
Di dema dawiyê de, Israîlê êrîş li dijî ”Hizbulah” li Sûriyê zêde kirine û bi dehan çekdar kuştine her weha gelek baregeh û embarên çekan ji nav birine.
*257 kuştî
Li gorî amarên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ji destpêka 2024an ve, Israîlê 110 êrîş li Sûriyê encam dane, jê 91 esmanî û 19 bejayî bûn, tê de 188 baregeh, navend, alavên leşkerî û embarên çekan hatine armanckirin.
Di wan êrîşên de, 257 çekdarên rêjîma Sûrî, milisên Îranî û ”Hizbulah” a Libnanî hatine kuştin û 181 birîndar bûn.