Guterres: Her êrîşek li ser hêzên UNIFILê li Libnanê dibe tawaneke cengî be

Guterres: Her êrîşek li ser hêzên UNIFILê li Libnanê dibe tawaneke cengî be

Welat TV - Hewlêr

Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirtî dibêje her êrîşek li ser hêzên YUNIFIL li Libnanê dibe tawaneke cengî be.

Daxuyaniyên Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirtî, António Guterres tên piştî ku du tankên Israîlî derbasî dergehên bingeheke hêzên UNIFIl li başûrê Lubnanê, bûn.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Netewên Yekgirtî, Stéphane Dujarric da xuyanî, "Hîn hêzên UNIFIL di bingehên xwe de ne, û got, ala UNê lê hîn bilindkirî ye". 

Diyar kir, Êrîşên li ser hêzên UNIFIL binpêkirinek e ji Yasayên Navdewletî re.

*Hebûna UNIFIL Li Libnanê

Hêzên UNIFIl piştî şerê Israîl û Hizulaha Libnanî di sala 2006an de û bi biryareke navdewletî li başûrê Libnanê belav bû.