Cotkarên Efrînê: Berhemên darên me tên dizîn

Welat TV - Hewlêr

Cotkarên Efrîna Rojavayê Kurdistanê îsal berhemên zeytûnên xwe ji berî demsalê berhev dikin.

Cotkar Mihemed Îbo ji Welat TV re dibêje: “Niha ne dema berhevkirinê ye, lê ji ber diziyê, em neçar in zû berhevf bikin, îro berhem a me ye lê siba ne diyar e ya kê ye”.

Îmad Îbo jî diyar kir: “Bi sedema berhevkirina zeytûnan berî dema wan, berhema zeytê kêm e, berhema her çiwalek zeytûn nîv tenke zeyt e”.

Li Efrînê her sal di demsala zeytûnan de, cotkar rastî diziyê tên, gelek caran ji berhema keda xwe bê par dimînin, û gelek caran jî bacên giran ji aliyê grûpên çekdar ve li ser wan tên sepandin.

*Hikûmeta Demkî berpirs e

Di vê derbarê de, Serokê Xwecihiya Efrînê ya ENKSê Ehmed Hesen ji Welat TV re got ku "îsal diziya berhemên darên zeytûnan li Efrînê zêde bûye û Hikûmeta Sûrî ya Demkî berpirs e di ber nebûna aramiyê de".

►Her weha bixwîne: Çiya û darên Efrînê tên şewitandin û birîn