Cotkarên Rojavayê Kurdistanê bi gazinan pêşwaziya demsala çandiniyê dikin
Welat TV - Hewlêr
Cotkarên Rojavayê Kurdistanê bi gilî û gazinan pêşwaziyê li demsala çandiniyê dikin.
Piştî zehmetiyên peydakirina tovê ceh û genim, cotkar li pêş zehmetiya peydakirina mazotê ne, ku kêm tê peydakirin û bi nirxekî giran digihe destê wan.
Hisên Hemîd yek ji wan cotkaran e ku vê êşê dikşînin, ji Welat TV re dibêje: ”Kêmbûna dabeşkirina mazotê û bihabûna nirxê wê bûye pirsgirêk, ji bo rûbera zeviyên wî, herî kêm 8 hezar litr mazot pêwîst e”.
*Barê me giran e
Cotkar Silêma Îso jî got: ”Çandinî jêdera me ya aborî ya sereke ye, divê ”Rêveberiya Xweser” mazotê li ser me dabeş bike, em mazotê ji bazarê 4850 Lîreyên Sûrî dikirin, ev yek jî barê me giran dike”.
Her demsalekê, cotkarên bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê ji ber zêdebûna têçûnan beşekî ji zeviyên xwe naçînin û bûr dimînin