Li Efrînê çekdar bi hev ketin û bi dehan ji hev kuştin
Welat TV - Hewlêr
Ji duh ve şer û pevçûnên dijwar di navber du grûpên çekdar ên ser bi Oposizyona Sûrî ve li gundên navçeyên Şera û Bilbilê yên ser bi Efrîna Rojavayê Kurdistanê ve rû didin, tê de hemû curên çekên giran hatine bikaranîn.
Jêderên xwecihî ji Efrînê got, şer û pevçûnên dijwar di navbera grûpa ”Siqûr El-Şîmal” û ”Cebheya Şamî” li aliyekî û grûpa ”Hêza Hevbeş” ya ku ji grûpa ”Emşat” û ”Hemzat” pêk tê, rû da.
”Hêza Hevbeş” hin baregehên ”Siqûr El-Şîmal” kontrol kirin
Jêderê da zanîn, ku grûpa ”Hêza Hevbeş” karîbû hindek baregehên grûpa ”Siqûr El-Şîmal” kontrol bike, lê ji ber ku alîkariyên leşkerî ji grûpa ”Siqûr El-Şîmal” re hatin lewra şer û pevçûnên dijwar li derdora gundê Serê Kaniyê yê ku bi Kefer Cenê hatiye terîbkirin rû dan.
15 çekdar hatine kuştin
Jêderan tekez kir, nêzî 15 çekdar ji her du aliyan hatin kuştin, her weha jineke Ereb a derbider di şer de jiyana xwe ji dest da, û hejmarek derbiderên din jî birîndar bûn.
Li gorî tomarên dengî yên ku bi destê Welat TV ketine, muxtarên gundan hişyarî dane xelkê da ku neçin nav zeviyên çandiniyê, ji ber ku tirs heye ew werin armanckirin.
Çavdêr tekez dikin ku Turkiyê dixwaze grûpa "Siqûr El-Şîmal" nemîne, û ew piştevanê grûpa "Hêza hevbeş" e.
ji 18 Adara 2018an, û Turkiyê û Grûpên çekdar ên Oposizyona Sûrî, bajarê Efrînê, navçe û gundên wê kontrol kirine, ku berê Di destê "Rêveberiya Xweser" a PYDê de bû.