Fermandarekî "Sultan Murad" 115 hezar darên zeytûnan desteser kirine
Welat TV - Hewlêr
Fermandarekî çekdarên "Sultan Murad" bi dehê hezaran ji darên zeytûnan ên koçberkiriyên Kurdên Efrînê desteser kirine û salane dahatên berhemê ji xwe re dibe.
Ebû Welîd El-Ezî, fermadarekî çekdarên "Sultan Murad" e li gundên di bi destê wî de li navçeyên Şera û Bilbilê yên herêma Efrînê, 115 hezar darên zeytûnan desteser kirine.
Xwedî ne li Efrînê ne
Li gorî jêderên taybet ên Welat TV, bi tometa ku xwediyên daran ne li gund in û ser bi Rêveberiya Xweser a PYDê ne, hatine desteserkirin.
Jêder tekez dikin ku salane ew fermadar, bi dehê hezaran dolarên Emerîkî ji dahatên wan daran sûdê dibîne.
170 dar li Şiyê desteserkirî ne
Li navçeya Şiyê û gundên bi ser ve jî Mihemed Casim Ebû Emşa fermandarê çekdarên "Sultan Silêman Şah" ku bi "Emşat" naskirî ne, 170 hezar darên koçberkiriyan desteser kirine.
Li herêma Efrînê ku niha di bin destê Turkiyê û "Artêşa Niştîmanî" a Oposizyona Sûrî de ye, 18 milyon darên zeytûnan hene, niha dema çinîna zeytûnan, piraniya cotkarên Kurd ên li ser axa xwe mane, rastî ziyan û bacên giran tên.