Turkiyê.. Kuştî û birîndar di êrîşeke çekdarî de li Enqerayê

Turkiyê.. Kuştî û birîndar di êrîşeke çekdarî de li Enqerayê
Turkiyê.. Kuştî û birîndar di êrîşeke çekdarî de li Enqerayê

Welat TV - Hewlêr

Li navçeya Kehremankazanê ya bi ser parêzgeha Enqerayê ve li Turkiyê, kargeha dronan a Kompaniya Pîşesaziyên Esmanî (TUSAŞ) rastî êrîşekê hat û kuştî û birîndar hene.

Malperên ragihandinê yên Turkiyê da zanîn, ku "êrîşa çekdarî, îro Çarşemê demjimêr 15:30 li nêzîkî dergehê sereke yê kargehê rû da".

Li gorî wêne û vîdiyoyên hatî belav kirin, "êrîşker bi otombêleke kirê gihiştin û zêrevanê dergeh gulebaran kir û derbasî kargehê bûn".

Hejmarek jêder tekez kir "êrîşker 3 bûn û 2 ji wan hatin kuştin".

*Kuştî û birîndar

Ji aliyê xwe ve, wezîrê navxwe yê Turkiye, Ali Yerlikaya li ser tora "X"ê ragihand, ku wan 2 êrîşker kuştin.
 
Yerlikaya tekez kiriye ku di wê êrîşê de 3 kes hatine kuştin û 14 birîndar bûne. 

*Kompaniya "TUSAŞ"

Yek ji mezintirîn kompaniyên pîşesaziyên berevaniyê ye li Turkiyê. Di sala 1973an hatiye damezirandin.

Di warê pêşxistina balafir û dronan û nûjenkirina sîstemên balafirvaniyê de, kar dike.