Rojnameya Hurriyet: Erdogan û Putin nêzîkbûna Turkiyê û Rêjîmê gotûbêj kir
Welat TV - Hewlêr
Serokê Rûsiya Vladimir Putin û Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan di Lûtkeya BRICS 20 de li bajarê Qazan yê Tetaristanê, civiyan.
Rojnameya Hurriyet a Turkî da zanîn ku her du serokan hejmarek mijar di nav de nêzîkbûnana di navbera Rêjîma Sûrî û Turkiyê de, gotûbêj kirin.
*Hîn zû ye
Derbarê egera hevdîtinekê di navbera Erdogan û serokê Rêjîma Sûrî Beşar El-Esed de li Qazanê, rojnameyê got ku ”ev hevdîtin hîn ne li ser lîsteya kar e di demeke nîzîk de, ji ber ku Turkiyê hîn bersiva Rêjîmê wernegirtiye”.
Di Êlûnê de, Erdogan di kongireke rojnamevanî de got: ”Me daxwaza xwe derbarê hevdîtina bi Beşar El-Esed re, ji bo asayîkirina peywendiyan diyar kir û niha em li benda bersiva aliyê din in”.
Di vê derbarê de, Balyozê Rêjîma Sûrî li Rûsiyayê Beşar Ce´ferî diyar kiribû: "Divê Turkiyê nexşerêyekê ji bo vekşanê ji xaka me deyne û piştgiriya terorîstan rawestîne, da ku hevdîtin were lidarxistin".
►Her weha bixwîne: Şe´ban derbarê hevdîtinan bi Turkiyê re: Divê binpêkirinên li dijî Kurdan rawestin