Hema.. Kuştî û birîndar di nav hêzên Rêjîmê de
Welat TV - Hewlêr
Mayînek bi otombîleke leşkerî ya Rêjîma Sûrî li gundewarê Rojhilatê Hemayê teqiya, di encamê de hejmarek endamên wê hatin kuştin û birîndar bûn.
Îro 6 endamên hêzên Rêjîma Sûrî ji ber teqîna mayînekê di otombîla wan de li gundewarê Rojhilatê Selemiyê li Hemayê, hatin kuştin û 8 birîndar bûn.
Birîndar bo nexweşxaneya niştîmanî li Selemiyê hatin veguhestin û birînên hejmarek ji wan giran in.
*460 kuştî
Di dema dawiyê de, rêxistina DAIŞ a terorîst bi dehan êrîş bi rêya çandina mayînan yan jî bi awayekî rasterast li dijî Rêjîmê li gundewarê Hemayê û gundewarê Himsê û Dêra Zorê li biyabana Sûriyê, encam dane, tê de bi dehan endamên Rêjîmê hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.
Li gorî amarên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ji destpêka 2024an ve, 460 endamên hêzên Rêjîmê û milîsên bi ser ve, hatine kuştin.
►Her weha bixwîne: CENTCOMê kuştina çekdarekî DAIŞê li Sûriyê ragihand